Cîhan
Li Sûriyê pistî 7 salan, îro hilbijartin heye!
PeyamaKurd- Li Sûriyê ji sala 2011an heta niha ji ber şerê navxweyî hilbijartin nehatine kirin. Piştî heft salan îro gel diçe ser sandoqan.
Hilbijartin li herêmên di bin qontrola Esed hemiyan de tên kirin. Li gorî agahiyên dawî piştî operasyonên li Başûrê Sûriyê û derdora Şamê, Rejîma Esed ji sê behran du behrên welêt xistine bin qontrola xwe de.
Îro seet li 07:00ê sibehê dengdayînê dest pê kir û heta 19:00ê wê bidome. Lê belê ji gorî beşdarbûnê, dibe ku 5 seetan dengdayîn were dirêjkirin. Di hilbijartinên herêmî de 40 hezar namzet ji bo 18 hezar 478 kursiyan dixebitin.