TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Suriyeyê, alozî zêde dibe: Baregeh tên valakirin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 01 sibat 2023 21:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, balafirên Koalîsyona Navdewletî, ji tirsa ku amadekariya êrîşa li ser Baregeha Petrolê ya Konîko ya li Dêrezorê bikin, ji nêz ve milîsên Îranê dişopînin.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku duh li rojhilatê Suriyeyê, piştî êrîşên asîmanî yên li ser karwanên Îranê, li Elbûkemal ku dikeve gundewarê parêzgeha Dêrezorê, li ser sînorê Suriye û Iraqê ku tê texmînkirin ji aliyê Balafirên şer ên Îsraîlê ve çêbûne, hawireke aloz serdest bûye.

Hat diyarkirin ku Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Amerîkayê ku li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê ava bûne, li ser baregeha leşkerî ya li zeviya petrolê ya El-Omer li Dêrezorê, ji tirsa ku milîsên girêdayî Îranê êrîşan bikin, wekî tolhildana êrîşên asîmanî yên Îsraîlê, seferên balafiran organîze kirine.

Li gorî ragihandina çalakvanan ku komên çekdar ên ku li rojhilatê Suriyê di bin çavdêriya îstixbarata Îranê de tevdigerin, hin baregehên xwe vala kirine ji ber fikarên ku dibe ku êrîşên nû hebin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ragihand ku piştî armanckirina tanqên bi çekan ku ji Elbûkemalê derbasî nav axa Suriyeyê bûn, di navbera refên milîsên bi piştgirîya Îranê li Şamê û endamên Hizbullaha Lubnanî de dubendî, rewşa alarmê û tevliheviyeke mezin derketiye.

SOHRê amaje bi wê yekê jî kir ku ji tirsa dubarekirina êrîşên asîmanî, di nav milîsan de rewşeke alarmê heye. SOHRê ragihand ku milîsên Artêşa Supaya Pasdarên Îranê, dest bi valakirina piraniya baregehên xwe yên leşkerî yên li Elbukemalê kirine.

Parve bike: