TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Urdunê lehî rabû: “18 kesî jiyana xwe ji dest da!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2018 16:01

PeyamaKurd- Li Urdunê li herêma Behra Mirî baranê lê kir û piştî barana zêde lehî rabû. Di encama lehiyê de 18 kesî jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.

Li Urdunê li herêma Behra Mirî ji ber barana zêde lehî rabû. Lehiyê otobûseke xwendekaran li ber xwe bir û di encamê de 18 xwendekar mirin û 34 jî birîndar bûn.

Li ser van bûyeran, Mîrê Urdunê Abdullah ziyareta xwe ya Bahreynê betal kir.

Li ser vê felaketê; Suûdî Erebîstan, Misir û Yekîtiya Mîrekiyên Ereban ji Urdunê re sersaxî xwestin.

Parve bike: