Cîhan
Li welatê herî qelebalix ê cîhanê qedexeya derve hat ragihandin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî ragihand ku ji bo tevahiya welat ji îşev 24ê Adarê ve ji bo 21 rojan qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.
Piştî ku li welatê herî qelebalix ê Cîhanê Hindistanê jî leza belavbûna vîrusa koronayê zêde bû, rêveberiya Hindistanê ev biryar da ku ji bo 1 milyar û 300 milyon welatiyên xwe qedexeya derketina derve ji bo 21 rojan ragihand.
Heta niha li seranserê dinyayê hejmara tûşbûyên Covid-19 390 hezar kesan derbas kiriye û zêdetirî 17 hezar kes jî mirine.
Îro welatê Taylandê jî ji ber metirsiya belavbûna vîrusa korona ji bo mehekê rewşa awarte ragihand.