TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Yemenê di encama lêdana brûskê de 5 kes mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 28 îlon 2024 03:02

PeyamaKurd – Li welatê Yemenê li bajarê Reyme di encama lêdana brûskê de 5 kes mirin. Li deverên di bin kontrola Hûsiyan de, îsal ji ber lêdana brûskê 160 kes mirin. Li gor ragihandina malpera wezareta karên navxwe ya Hûsiyan, rêvebirê asayîşa bajarê Reyme li ser mijarê daxwuyanî daye û gotiye:

“Li bajarê Reyme li navça Keske li gundê Harfê brûskê li malekî xist û di encamê de yek ji wan jin, 5 kes mirin.”

Parve bike: