TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Zellandaya Nû firokek ket: “3 kes mirin!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2018 18:12

PeyamaKurd- Li Zellandaya Nû li Girava Başûr firokek piştî rabûnê bi demeke kin ket. Di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, li Girava Başûr firokeke tîpê Hufhes 500î ji Balafirgeha Wanakayê rabû û piştî rabûnê bi demeke kin ket. Di firokê de pîlot û du karkerên Navenda Parastinê hebûn û her sêyan jî di qezayê de jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha sebeba ketina firokê nehatiye zelalkirin.

Ambûlans û tîmên xilaskirinê derbasî herêmê bûn.

Parve bike: