TR KU SO
FB X
Cîhan

Macaristanê 40 alavên zirxî ji Tirkiyê dikire

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2020 03:03

PeyamaKurd – Musteşarê wezareta bergiriyê yê dewleta Macaristanê Gaspar Maroth bo dewleta wî, 40 alavên zirxî yên 4X4 ji Tirkiyê bikire sîparîş daye Tirkiyê. Maroth, bo Ajansa Macarê MTI yê ragihandiye; bo hêza artêşa Macaristanê zêde bike, di bernameya wan de di ser 300 an de kirîna alavên zirxî hene.

Maroth gotiye di çarçoveya bernameyê de bi Tirkiyê re peyman girêdane.

Parve bike: