TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron û Trump: “Hedefên me yên li Sûriyê eynî ne!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 26 cotmeh 2018 19:42

PeyamaKurd- Berî civîna Tirkiye, Elmanya, Fransa û Rûsyayê ya li Stenbolê, daxuyaniyeke girîng ji Fransayê hate kirin: “Hedefên Amerîka û Fransayê yên li Sûriyê eynî ne.”

Sibe Tirkiye, Elmanya, Fransa û Rûsya wê li Stenbolê, li ser pêşeroja Idlib û Sûriyê civînekê pêk bînin. Berî vê civînê, Serokê Amerîkayê Donald Trump û yê Fransayê Emmanuel Macron li ser telefonê bi hev re axivîn.

Di derbarê axaftinê de ji Fransayê ji Qesra Elyseê daxuyaniyek hat. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Amerîka û Fransa li Sûriyê di mijarên ewlehî, insanî û siyasî de heman hedefan parve dikin. Donald Trump ji Macron xwestiye ku li Stenbolê Amerîka û Fransayê bi hev re temsîl bike.”

Parve bike: