TR KU SO
FB X
Cîhan

Malbata zaroka sêyem bîne dinyayê wê arazî bidinê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 31 cotmeh 2018 23:14

PeyamaKurd- Li welatê Îtalyayê bi sedema ku zarok kêmin û her diçe nesla Îtalyana kêm dibe, parlemento weka çareserî dixwaze xanî û arazî bide malbatên ku zarokên sêyem bînin dinyayê.

Parlementoya Îtalyayê xaleka dinê li budçeya xwe ya sala 2019an zêde kir û wê xanî û arazî bide malbatên ku zaroka wan ya sêyem were dinyayê. Eger qanûn bê tesdîqkirin, wê dewlet di salên 2019, 2020 û 2021an de, zaroka sêyem ya kîjan malbatê were dinyayê wê bo 20 salan araziye zîraî bidinê.

Hem bo nêzî araziyê xwe ji xwe re xanî bikirin, wê dewlet heya 200 hezar Euroyê bê faîz kredî bidin wan.

Parve bike: