Cîhan
Medyaya Îranê: Li Sîrazê saredarek hate kustin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Şaredarê navçeya 5emîn a bajarê Şîrazê yê parêzgeha Farsê ya Îranê Riza Mesûdî di mala xwe de kuştî hatiye dîtin.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, Mesûdî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatiye kuştin.
Piştî agahiya kuştina Riza Mesûdî, Salona Encumena Şaredariya Şîrazê hate valakirin.
Herwiha medyaya xwecihî jî ragihand ku Mesûdî derdora demjimêr 14:00an de, li mala xwe ya li bajarê Şîrazê kuştî hatiye dîtin.
Di derbarê çawaniya kuştina Şaredar Riza Mesûdî de hê agahiyên berfireh nehatine parvekirin.