Cîhan
Merkel serdana xatirxwestinê bo Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Serokwezîra Almanya Angel Merkel ku piştî hilbijartinên Almanyayê deshilata wê ya 16 salan bidawî bide, serdana Tirkiyê dike.
Hat ragihandin ku Angela Merkel, 16ê Cotmehê serdana Tirkiyê dike û hevdîtineke xatirxwestinê bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dike.
Tê çaverêkirin Merkel serdanên xwe yên xatirxwestinê beriya bidawîbûna erka xwe ya serokwezîriyê li welatên din jî berdewam bike.
Angel Merkel ku ji Rojhilatê Almanyayê ye, yekem serokwezîra jin a Almanya ye ku 16 salan bênavber di wê postê de maye.