TR KU SO
FB X
Cîhan

Miçotakis serdana Tirkiyê dike: Nabe tiliya me tim li ser tetikê be!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 gulan 2024 18:00

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanistanê Kriakos Miçotakis beriya serdana xwe ya bo Tirkiyê ku dê bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive daxuyanî da.

Hate ragihandin ku wê Miçotakis sibe 13ê Gulanê serdana Tirkiyê bike ku şandeke bilind a Tirkiyê jî bi serokatiya Erdogan 7ê Kanûna 2023yan serdana Yûnanistanê kiribû û gelek girêbestên bazirganî û aborî hatibûn girêdan.

Li gorî medyaya Yûnanî, Miçotakis beriya serdana Tirkiyê gotiye, “Nabe tiliya tim li ser tetikê be. Tirkiye cîrana me ye û divê em li gorî wê tevbigerin.”

Herwiha Miçotakis daye xuyakirin, li şûna ku tiliya me tim li ser tetikê be em bi hev re bipeyivin hê çêtir e.

Parve bike: