TR KU SO
FB X
Cîhan

Mîdîbusa karkeran hildigirt wergeriya: 25 karker birîndar bûn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 16 sibat 2025 01:14

PeyamaKurd – Li bajarê Trakyayê yê bi navê Tekirdağê li navça Muratliyê mîdîbusa ku karkeran hildigirt wergeriya û di encamê de ajotvan û 24 karker birîndar bûn.

Li ser qezayê gelek tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Şehir ya Tekirdağê ya bi navê İsmail Fehmi Cumalıoğlu. Sedema qezayê nehta fêmkirin lê di derbarê rewşa birîndaran de ti agahî nehat dayîn.

Parve bike: