TR KU SO
FB X
Cîhan

Mike Pompeo bersiva John Kerry da

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 15 îlon 2018 22:29

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bertekekî dijwar nîşanî gotinên endazyarê peymana nukleerî yê Amerîkayê yê dema Barack Obama da ku John Kerry di wê demê de wezîrê karên derve yê Amerîkayê bû, da. Pompeo got:

“Di dîroka Amerîka de tişteka weha nehatiye dîtin. Ji nerewatiyê û wêdetire.”

Wezîrê berê Hohn Kerry tevli bernameyeka radyoyê bûbû û tê de behsa hevdîtina xwe ya bi wezîrê karên derve yê Îranê Zarîf  kiribû ku xwestibû bi wê civînê peymana nukleerî ya navbeyna Amerîka û Îranê rizgar bike. Bi Zarîf re li Munih û Norweçê hatibûn cem hev.

Pompeo, berteka xwe di civîna çapemeniyê de nîşan da û got: “Tişta ku wezîr Kerry kir berê ti kes nekiribû. Nehatiye dîtin ku wezîrekî berê, binê siyaseta Amerîkayê ya derve ew çend vala bike.”

John Kerry gotibû rêvebiriya Trump dixwaze rejîma Îranê biguhêre, aboriya wan biroxîne û ev stratejî berê jî bikêr nehatiye. Li ser vê gotina Kerry Pompeo weha bersiv da:

“Siyaseta me guhertina rejîma Îranê ye. Em bi temamî piştgiriya xelkê Îranê dikin.”

Parve bike: