Cîhan
Mike Pompeo çû Afxanistanê
PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo bi seredaneka surprîz çû payîtexta Afxanistanê Kabîlê. Serokê Afxanistanê Eşref Ganî, wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û heyeta pêre li qesra serokkomariyê qebûl kir. Di hevdîtinê de Xanî ragihand ku hukumeta Afxansitanê dixebite da ev 40 sale şerê li Afxanistanê dewam dike, bide rawestandin.
Ganî ragihand ku dostên Afxanistanê divê bi hevre tevbigerin da bigihên encameka baş û bi serê xwe tevnegerin.
Pompeo jî di hevdîtinê de got ku ew pêvajoya aştiyê destek dikin û amade ne di vê mijarê de her alîkariyê bikin.