Milley: “Wê êrîsa Rûsyayê xeter be û zayiat pir be”
PeyamaKurd – Li gor ragihandina BBC yê serokwerkanê Amerîkayê general Mark Milley li ser krîza di navbera Rûsya û Ûkraynayê de axifî û got:
“Wê êrîşa Rûsyayê xeter be û zayiat pir be.”
Milley, li ser komkirina sed hezar leşkerên Rûsyayê ji bo ser sînorê Ûkraynayê got ku piştî ‘şerê sar’ heya roja me komkirina leişkerî ya herî mezine.
General Mark Milley ku generalê herî bi tecrube yê dewra Biden e, roja înê li Pentagonê civîna çapemeniyê lidarxist û ragihandina xwe kir.
Lê wezîrê Pentagonê Lloyd Austin got ku dîplomasî dikare ber li şer bigre. Tevî ew çend komkirina leşker li ser sînorê Ûkraynayê, Rûsya planê îşxalê red dike û dibêje desteka Amerîkayê ji bo Ûkraynayê, îhtîmala şer zêdetir dike. Austin dibêje ji bilî ku ji niha zêdetir sîlihan bidin Ûkraynayê, wê ji bo parastina Ûkraynayê bêhtir destekê bidin.
Serokerkanê Amerîkayê Mark Milley, li ser mijarê weha ragihand:
“Eger wan hêzan bixin nav Ûkraynayê, wê bibe sedema zayîateka mezin. Şerê di nav bajaran de wê bibe şerekî berbatî xeter.
Em bang dikin ku Rûsya germahiya vê talûkê daxe. Dibe şer derê. Ji bo dîplomasiyê hêj wext heye, seha jî heye û weha dewam kir:
“Di vê rewşê de ji bo şer dernê, ti sedem tineye…Putin dikare fermana vekişîna leşkerên xwe bide.”