"Minbic temam e bal û enerjiyê dagerînin ser Rojhilatê Firatê"
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê mijara Minbicê de axivî û ragihand: “Niha jî li derdora Minbicê xendeqan dikolin, belê raste mezelê xwe amade dikin. Mezelê xwe hazır dikin. Wa xuya ye ku wê ji me re karekî zêde nehêlin.”
Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, li navenda giştî ya partiya xwe di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê da axivî. Erdogan diyar kir: “Niha jî li derdora Minbicê xendeqan dikolin, belê raste mezelê xwe amade dikin. Mezelê xwe hazır dikin. Wa xuya ye ku wê ji me re karekî zêde nehêlin.”
Erdogan destnîşan kir ku êdî li ser Minbicê egle nebin û bal û enerjiya xwe dagerînin ser Rojhilatê Firatê û wiha got: "Li rojhilatê Feratê bi rêxistineke terorê gefan li Tirkiyeyê dixwin. Em gefan li kesî naxwin û naxwazin li ber sînorên me karên ku ji me ra talûke û gef in bên kirin."
Erdogan bal kişand ser vê yekê, ku Amerîkayê mitabeqata li ser Minbicê vegerande amûra eglekirinê û got em bawer dikin ku zû an dereng mijarê li gor daxwaza me dê were çareserkirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir korîdora terorê belawela kirine û got lê em rêxistinbûnên nû qet qebûl nakin, ev xeta me ya sor e û wiha dewam kir: "Tu carî niyeteke me ya ku bi kesekî ra şer bikin an têkevin pêvçûnê tune. Armanca me bi tenê ew e ku tehdîdên li ser welatê xwe ji çavkaniya wê ji holê rakin."