Cîhan
Mînîbusa rêwiyan ket kanala avê: 10 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Mersînê li navça Tarsûsê mînîbusa rêwiyan bi otomobîlekî re li hev ket û mînîbus ket kanala avê. Di qezayê de bi temamî 10 kes birîndar bûn.
Qeza ber destê êvarê li taxa Yunus Emre li Feleka Halê çêbû. Piştî qezayê, tîmên tenduristiyê, îtfaiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê. Tîmên navborî ji otomobîlê 4 kes û ji mînîbusê jî 6 kesan birin nexweşxanên der û dorê.