Cîhan
Misir ji cemaeta “Tekfîrê” 32 kesan kust
PeyamaKurd- Televîzyona Misrê ragihand ku artêşa Misrê ji cemaeta “Tekfîr” ê ku li hemberê dewletê şer dikin, 32 kes kuştine û gelek ji wan jî girtine.
Artêşa Misrê êrîş kiriye ser 272 baregehên ceametê û baregehên wan îmha kirine. Hêzên asayîşa Misrê gelek teqemenî, bomba, sîlih, kamera, broşurên rêxistinê û unîformayên leşkerî xistine destê xwe.
Li gor nûçeyê; hêzên asayîşê li Sînayê 84 kesan binçav kirine, 21 hedef û 2 erebeyên ku sîlih dikşandin îmha kirine, 15 bombeyan, 28 malîkaneyan îmha kirine. Misir ji sibata çûyî de, li Sînayê operasyonan dike.
Di operasyonan de heya niha 328 çekdar,37 leşker û polîs jiyana xwe dane.