TR KU SO
FB X
Cîhan

Misir vekirine deriyê Refahê red dike: Sedem eskere bû

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 gulan 2024 20:35

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Misirê vekirina deriyê bajarê Refahê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kontrolkirin red kiriye.

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe ji çavkaniyên misirî yên agahdar standine daye xuyakirin, şandeke îsraîlî bi serokatiya Xesa Eliyan serdana Qahîreyê kiriye ji bo ku rayedarên misirî ji bo vekirina deriyê Refahê razî bike.

Hate diyarkirin ku rayedarên msirî, bi awayekî qetî vekirina deriyê Refehê red kirine û aliyê Îsraîlê agahdar kirine ku divê Tel Avîv deriyên di bin kontrola xwe de veke.

Çavkaniyên rojnameyê dane zanîn, heke mebesta wê derbaskirina alîkariyên mirovî ji Xezeyê re be ji xwe Îsraîl berpirsa karesata mirovî ye.

Parve bike: