TR KU SO
FB X
Cîhan

Moskow: DYAyê lêgerîna kesê cihê Zelenskiy bigire zêde kir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 06 gulan 2024 18:47

PeyamaKurd - Dezgeha Sîxuriya Derve ya Rûsyayê (SVR) angaşt ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hewlên xwe yên ji bo dîtina kesekî ku cihê Serokkomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy bigire zêde kiriye.

SVRê angaş ku di nav navên hatine nirxandin de Serfermandarê berê yê Ûkraynayê Valeriy Zaluzhny jî heye.

Li gor daxuyaniya Servîsa Çapemeniyê ya SVRê, rayedarên DYAyê bi Serokê berê yê Ûkraynayê Pyotr Poroshenko û Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitchko re dixebitin da ku alternatîfê Zelenskiy diyar bikin.

Hate angaştin ku di nav kesên hatin nirxandin de Serokê Ofîsa Serokomariya Ûkraynayê Andrey Yermak, Sererkanê berê yê Serfermandariya Ûkraynayê Valeriy Zalujny û Serokê berê yê Parlamentoya Ûkraynayê Verhovna Rada Dmitriy Razumkov jî hene.

Di daxuyaniya SVRê de wiha hat gotin: “DYAyê, bi Serokê Partiya Piştgiriya Ewropayê Poroşenko û Şaredarê Kîevê Vitaliy Klitchko re têkilyan daniye. Bi Serokê Ofîsa Serokomarê Ûkraynayê Yermak, Serokê berê yê Serfermandariya Ûkraynayê Zaluzhny û Serokê berê yê Sererkaniya Bilind Rada Razumkov re xebatên veşartî hatine destpêkirin."

Parve bike: