TR KU SO
FB X
Cîhan

MSB: balafira qereqolê ya 6em ket xizmeta artêsê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 08 nîsan 2023 03:30

PeyamaKurd – Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku balafira deryayî ya 6em ya tîpa P-72 ketiye xizmeta artêşê. Wezaret di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:

“Di çarçova projeya Meltem-3 de, balafira 6em ya P-72 ya qereqola deryayî, di 7 ê nîsanê de, bi merasima ku li fermandariya derya hewayî li Kartepe/kocaeliyê hat kirin, ket xizmeta artêşê.”

Di salên dawiyê de, Tirkiye di xizmeta hilberîna alavên leşkerî de, gelek alavên xwe bi xwe hildiberîne û di veberhênana wan de pereyên zêde mesref dike.

Parve bike: