TR KU SO
FB X
Cîhan

MSB: Me li Sûriyê 2 NHB xistin!

📅 30 îlon 2019 15:33

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) ragihand ku balafirên wan ên F16 bi hinceta qada esmanî ya Tirkiyê binpêkirine, 2 navgînên hewayî yê bêmirov (NHB) li nav sînorê Sûriyê rojavayê bajarê Kilîsê xistine.

Li gor daxuyaniya wezaretê bûyer 28ê Îlonê qewimî ye û wan NHB 6 caran qada esmanî ya Tirkiyê bezandine û piştre jî ji aliyê F16an ve li herêma Mertala Firatê û rojavayê Kilîsê hatine xistin.

Di daxuyaniya MSBê de hatiye gotin ku nehatiye tesbîtkirin bê ew NHB yên kî ne û ji aliyê hêzên wan ên cendermeyan ve balafirên ketî hatine dîtin.

Parve bike: