TR KU SO
FB X
Cîhan

Muharrem Ince wê here serdana Selahattin Demirtas!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 08 gulan 2018 16:52

PeyamaKurd- Namzetê CHP yê ji bo Serokomariya Tirkiyê Muharrem İnce, ji bo ku di hepsê de Selahattin Demirtaş ziyaret bike, ser li Wezareta Dadê ya Tirkiyê dabû.

Di derbarê mijarê de Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul daxuyaniyek da û got ku em ê destûrê bidin ku Muharrem İnce, Selahattin Demirtaş bibîne. Gul got ji bo ku Muharrem İnce û Selahattin Demirtaş hevdu bibînin, pirgirêk tune ye. Lê hê me ji bo hevdîtinê rojek diyar nekiriye.

Muharrem İnce got ku piştî hevdîtina min û Selahattin Demirtaş, ez ê li Colemêrgê mitîngekê li dar bixim.

Parve bike: