Cîhan
Musk: Dema ez kesekî 'ehmeq' bibînim ez ê îstifa bikim!
PeyamaKurd – Elon Musk ragihand, dema ku kesekî "bêaqil" bibîne rêveberîtiyê bike, ew ê ji CEOtiya Twitterê îstifa bike.
Xwediyê nû yê Twitterê Musk di nivîsa xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de wiha got: "Hema ez yekî ehmeq bibînim ku vî karî bike, ez ê îstifa bikim! "
Musk roja Yekşemê anketek li ser îstifakirina ji CEOyê Twitterê da destpêkirin û destnîşan kir, ew ê encamê qebûl bikin.
Di rapirsiya Elon Musk de zêdeyî 17 milyon û 500 hezar kesî deng dane. Li gorî encamên anketê ji sedî 57,5 ê beşdaran tercîha xwe ya derketina Musk û ji sedî 42,5 jî berdewamkirina tercîha xwe anîn ziman.
Di çapemeniya Dewletên Yekbûyî de, rapor hebûn ku Elon Musk bi rengek çalak li CEOyê nû yê Twitterê digeriya.