TR KU SO
FB X
Cîhan

Muzakereyên endamtiya Moldovayê ya ji bo YE bi fermî destpêkirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 hezîran 2024 01:06

PeyamaKurd –Ji bo dewleta Moldovayê bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê hevdîtinên fermî destpêkirin. Wezîra karên derve ya Beçîkayê Hadja Lahbib, merasima destpêkirina muzekereyên ji bo endamtiya Moldovaye ya YEyê vekir û serokwezîrê Moldovayê Dorin Recean jî got ku ew girêdayê hedefa xwe ye. Merasim an ku konferans ya navbera her dû hukumetaye. Lahbib got:

“Ez gelek razîme ku Moldova şerê Rûsyayê yê li Ûkraynayê şermezar dike û rewşekî bi qaîde nîşan dide. Piştî Rûsya li hemberê Ûkraynayê şer da destpêkirin û heya niha Moldova bi gelek zahmetiyan re têdikoşe. Wê YE desteka xwe bide Moldovayê û hevkariya xwe xwurt bike. Têkiliyên me yên nêz aşkeraye ku di berjewendiyên her dû terefan de ye.”

Lahbib her weha got ku muzakere wê bi hezir û zahmet bin lê ew bawere ku Moldovca dikare biserbikeve.

Parve bike: