TR KU SO
FB X
Cîhan

Namzedê seroktiya NATOyê vekisiya

Hevi Turan
Nivîskar
📅 20 hezîran 2024 21:23

PeyamaKurd – Serokomarê Romanya Klaus Iohannis ku bûbû namzedê Sekreterê Giştî yê NATOyê vekişîna xwe ji namzediyê ragihand.

Piştî civîna Ewlehiya Bilind a Romanyayê ku li paytext Bukreşê hat lidarxistin, bi daxuyaniyekê vekişîna ji namzediya NATO ya Serokomarê Romanya Klaus Iohannis hate eşkere kirin.

Hate diyarkirin ku dawiya hefteyê welatên endam ji vekişîna namzediya NATOyê hatine agahdarkirin.

Tê gotin ku dê Iohannis di hilbijartinên NATOyê de, piştgiriyê bide Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte.

Hêjayî gotinê ye, 1ê Cotmeha 2024an dema peywira Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bidawî dibe û dê bi yekdengîya 32 endamên NATOyê sekreterê nû bê diyarkirin.

Parve bike: