Nasrallah: Me qadên sivîl nekir sêla xwe
PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Hîzbullaha Lubnanê Hesen Nasrallah diyar kir ku eger ew pêwîst bibînin, ew ê dîsa hêrişî Îsraîlê bikin û got: "Operasyona me ya leşkerî wek ku hatibû plankirin temam bû."
Piştî ku di 30ê Tîrmehê de Fermandarê Giştî yê Hizbullahê Fuad Şukûr li Beyrûtê hat kuştin, şeva borî Hizbullahê li dijî Îsraîlê dest bi hêrişeke mezin a tolhildanê ya ku dihate çaverêkirin kir.
Artêşa Îsraîlê, beriya hêrişa Hizbullahê, bi egera nirxandina ku wê Hizbullah dest bi hêrişeke berfireh bike, li dijî hin xalên leşkerî yên Hizbullahê yên li Lubnanê hêrişan pêk anîbû.
Di daxuyaniya Hizbullahê ya piştî hêrişê de hat diyarkirin ku qonaxa yekem a tolhildanê temam bûye. Li gel van geşedanan Îsraîlê jî, ji bo 48 demjimêran Rewşa Awarte ragihand.
Di daxuyaniya xwe ya di derbarê hêrişa tolhildanê de, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Nasrallah amaje bi wê yekê kir ku tolhildan ji ber gelek sedeman hatiye paşxistin û yek ji wan sedeman jî tevgera leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îsraîlê ya li herêmê bûye.
Nasrallah diyar kir ku ji bo qadên sivîl nekebin ber şêla hêriya wan ew bi hestiyarî tevgeriyane û wiha dom kir: "Me baregeha sîxuriya leşkerî ya 110 kîlometre di nava axa Îsraîlê de ye û 1,5 kîlometre dûrî Tel Avîvê ye kir şêla xwe."
Nasrallah diyar kir ku Îsraîlê nîv demjimêr beriya operasyonê dest bi lêdana Lubnanê kiriye û got: "Operasyona me ya leşkerî wek ku hatibû plankirin temam bû. Em ê bandora operasyonê binirxînin û eger encam têrê nekin jî, em ê di demeke din de dubare bersivê bidin Îsraîlê."