Cîhan
NATO, dest bi vekisîna ji Afxanistanê kir
PeyamaKurd – NATO dest bi vekişandina hêzên mîsyona destekê ji Afxanistanê kir. Li Afxanistanê li dora 10 hezar leşkerên NATO yê hene. NATO di 14 ê nîsanê de biryarê dabû da di 1 ê gulanê de dest vekişîna ji Afxanistanê bikin û ragihand ku vekişîn destpêkiriye. Rêvebirekî NATO yê mijarê weha ragihandiye:
“Vekişîna me dê bi plan, bi koordîne û bi hezir be. Ewlehiya leşkerên me di her pêvajoyê de bo me tişta herî girînge. Bo parastina xebatkarên me em temamê tedbîran dibînin.”
Rêvebir negot wê çend leşker û ewilî yên kîjan welatan vekişin û bo wê rojekî neda lê wê vekişîna xwe di nav çend mehan de temam bikin. Eger di wexta vekîşînê de êrîşeka Talîbanê bibe, wê bersivê bidin.