Cîhan
Navalny greva birçîbûnê bidawî anî
PeyamaKurd – Serokê opozîsyona Rûsyayê ku piştî hatibû jehrîkirin li Almanyayê hatibû dermankirin û dema vegeriyabû Moskowê hatibû girtin, ragihand ku wî greva birçîbûnê ya bi mebesta dabînkirina pêwîstiyên tenduristiyê daye destpêkirin bi dawî aniye.
Navalny, li ser medya civakî daye xuyakirin ku dema wî ji girtîgeha Pokrov a herêma Vladimîr alîkariya tenduristî xwestiye henekê xwe pê kirine û bi qasî du mehan dermanên wî nedanê û niha jî hestê bi mil û çokên xwe nake.
Navalny gotiye, herî dawî doktorên bi wan bawer dike pişkinîna wî kirine û ew ligel her şert û mercan greva birçîbûnê bidawî tîne.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê doktorên Navalny ragihandibûn ku rewşa wî nebaş e dibe kêlî beriya kêliyê bimire jî.