TR KU SO
FB X
Cîhan

Nawaz Serîf pistî 4 salan dageriya Pakistanê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2023 00:09

PeyamaKurd – Serokwezîrê berê yê Pakistanê Nawaz Şerîf piştî 4 salan ji payîtexta Îngîltere ji Londrayê dageriya Pakistanê. Şerîf, wê di xwepêşandana li bajarê Lahorê axaftin bike.

Navê Nawaz Şerîf di ‘Belgeyên Panama’yê de derbas bû bû û ji ser karê xwe hatibû girtin. Piştî lêpirsînê 10 meh di zîndanê de mabû û ji ber tenduristiya xwe di sala 2019an de serbest berdabûn.

Balafira ku Şerîf tê de bû daket balafirgeha Îslamabadê û ji terefê birayê xwe Şahbaz Şerîf de hat pêşwazîkirin.

Parve bike: