TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû: Dibe ku serê Xezzeyê heta 2025an dewam bike

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 rêbendan 2024 01:01

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got ku dibe şerê Xezzeyê yê ligel Hemasê heta 2025an jî dewam bike.

Li gorî nûçeya medya Îsraîlê Netanyahû di civîna ligel Fermandariya Başûr a Artêşa Îsraîlê ya li bajarê Birussebiyê de, li ser şerê Xezzeyê axivî û got, dibe ku şer heta sala 2025an jî dewam bike û heta Hemas neyê tunekirin ew nasekinin.

Hêjayî bibîrxistinê ye Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant jî destpêka vê hefteyê ragihandibû ku ew ketine qonaxeke nû ya şer û li nêzîk dê operasyonên li bakurê Xezzeyê bên kêm kirin û yên aliyê başûr jî bidawî bibin.

Parve bike: