TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahu henekê xwe bi Erdogan kir

📅 01 nîsan 2018 22:51

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu der heqê tometên Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan de got: "Diyar e li Enqereyê 1ê Nîsanê wiha pîroz dikin."

Netanyahu li ser hesabê xwe yê resmê yê Twîtterê cewaba gotinên Erdogan da û henekê xwe pê kir.

Netanyahu twîteke wiha avêt: 
"Artêşa di dinyayê de herî biexlaq, ji kesekî ku bi salan e cudahiyê nake û sivîlan bombebaran dike dersa exlaq nastîne. Wisa diyar e ku 1ê Nîsanê li Enqereyê wisa pîroz dikin."

Netanyahu pêştir gotibû Tirkiye li Efrînê sivîlên Kurd dikuje û Erdogan jî îro bo wî gotibû: 
"Rabûye dibêje eskerên me li Efrînê zilmê li mezlûman dikin. Ey Netanyahu, tu pir qels î, pir eceb î. Li halê xwe binêre û pergala xwe baş bike. Em li hember terorîstan têdikoşin, lê derdê te ne terorîst in. Lewra tu dewleta terorê yî."

Parve bike: