TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû: Serekî zehmet û demdirêj li me hat ferzkirin, wê heta serkeftinê dewam bike!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2023 15:04

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, piştî êrîşa doh 7ê Cotmehê ya Hesamê bi ser Îsraîlê de û destpêkirina şerê dijî Xezayê daxuyaniyeke din belav kir.

Netanyahû li ser platforma X ragihand, “Em dest bi şerekê zehmet û demdirêj dikin. Bi êrîşa xwînî ya Hemasê li me hate ferzkirin. Qonaxa yekem bi tunekirina hêzên dijmin ên ketine herêmên me bidawî dibe.”

Serokwezîrê Îsraîlê got, “Me hicûm daye destpêkirin û heta bigihin armancên xwe wê bê merc dewam bike. Emê ewlehiya welatiyên Îsaraîlê ji nû ve dabîn bikin û bi ser bikevin.”

Parve bike: