Cîhan
Neteweyên Yekbûyî bang li Erebistana Siûdiyê kir
PeyamaKurd - Komîsera Bilind a Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet bang li Erebistana Siûdiyê kir û ragihand, bo ku lêpirsîna bêalî ji aliyê pisporên navnetewî bê kirin, ciyê cesedê rojnamevan Cemal Kaşikçi derxin holê.
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan li Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet di daxuyaniya xwe de radighîne ku “Ekspertîzên Tip a Edlî ku di nav xwe de otopsiya cesedî vedihewîne, di dema lêpirsîna cînayetan de pir girîng in. Bang li rêveberiya Erebistana Siûdiyê dikim ku demildest ciyê cesedî eşkere bikin."
Bachelet wiha got: Beriya hin hincetên siyasî derkevin, derbarê meşandina lêpirsînê de tevlîbûna pisporên ku dê bikarin xwe bigihînin delîl û şahidan dê guncan be.