Norveç benderên xwe ji kestiyên Rûsyayê re digire
PeyamaKurd-Li gorî biryara Hikûmeta Norveçê daye, ji ber dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê, benderên Norveçê dê ji keştiyên Rûs re werin girtin. Hat zanîn ku dê bender di 7 Gulanê de li ber Rûsyayê were girtin.
Li gorî nûçeya ku di Televîzyona Dewletê ya Norveçê ya NRKê de hat weşandin, Norveç dê li hember Rûsyayê dorpêçên nû deyne û di vê çarçoveyê de jî dê benderên xwe ji keştiyên Rûs re bigire. Hat zanîn ku veguhestina mal a bi rêya behirê, ji bo Rûsyayê hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku qeyîkên biçûk ên masîvanan dê nekevin ber vê qedexeyê.
Meha borî Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy, di civîna online ya Parlementoya Norveçê de bang kiribû ku Hikûmeta Norveçê moşekên parastina hewayî bidin wan û benderên xwe jî ji keştiyên Rûs re bigirin.
Wezareta Berevaniya Norveçê jî piştî daxwazên Zelenskiy, di 20ê Nîsanê de ragihandibû ku wan ji Ukraynayê re nêzîkî 100 moşekên Mistral ên parastina hewayî şandine.