NY: Ti hinceta kustina xwepêsanderan nayê qebûlkirin
PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa Iraqê û xwepêşandanên berdewam ku nêzî 400 kes hatine kuştin civiya.
Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Iraqê û Berpirsa UNAMIyê Jeanine Hennis Plasschaert li ser rewşa Iraqê û xwepêşandanan raporek xwend û got: “Ti hincet ji bo kuştina xwepêşanderan nayê qebûlkirin ku bi awayekî aştiyane daxwaza guhertinê dikin... Divê ew yên xelkê dikujin, bên dadgehkirin.”
Jeanine Hennis Plasschaert ragihand, girtin û revandin hê jî li Iraqê gefeke mezin e û proseya demokrasiyê li Iraqê di bin metiriyeke mezin de ye.
Plasschaert li pêşberî hemû endamên Encûmena Asayişa Navdewletî da zanîn ku ew kesên li Iraqê xwepêşandanê dikin, ji welat û nasnameya xwe hez dikin, ew tenê daxwaza jiyaneke baştir ji bo xelkê Iraqê dikin.
Berpirsa UNAMIyê ragihand ku di xwepêşandanên dawî yên Iraqê de 400 kes hatine kuştin û 19 hezar kes jî birîndar bûne û got, xwepêşanderên Iraqî li hember bilindkirina dengê nerazîbûna xwe berdêleke giran didin.
Wê bi zarê xwepêşanderan jî got ku xwepêşander dibêjin, “Yan em ê jiyaneke bi rûmet û azad bijîn, yan jî em naxwazin bijîn.”