Cîhan
Otobusa rêwiyan li TIR ê xist: 25 birîndar hene
PeyamaKurd – Li aliyê Anedolê li bajarê Sakaryayê li navça Arifiyê otobusa rêwiyan ji pare li TIR ekî xist û di encamê de 25 kes birîndar bûn. Di qezayê de ajotvanê otobusê jî birîndar bû.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, polis û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. 25 birîndar piştî mudaxeleya pêşîn birîndaran şandin nexweşxanên cuda yên bajêr. Ji aliyê mirinê de rewşa birîndaran baş e.