TR KU SO
FB X
Cîhan

Oya Aslan hat girtin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 21 berfanbar 2019 05:38

PeyamaKurd- Navê Oya Aslan di lîsteya terorê de hatiye nivîsandin û di asta “kesk” de lê digeriyan. Oya Aslan yek ji rêvebirên rêxistina DHKP/C tê zanîn. Rêvebiriya asayîşa Îstenbolê beşa TEM ê dest bi xebata gera wê kir ku diviya bi 5 ciyan îfade bide lê nikaribûn wê bigirtana. Îstîxbarata emniyetê agahî distîne ku li adreseka İkitelli ya Îstenbolê li malekî xwe vedişêre.

Hêzên TEM ê operasyon kirin ser malê û Oya Aslan girtin. Di heman malê de endamê rêxistinê ku jê 5 sal cezayê zîndanê dayîn kesê bi navê Yüksel Doğan jî hat girtin. Dokumanên rêxistinê û alavên dîjîtal jî li malê hatin girtin.

Îfadeyên wan yên li rêvebiriya asayîşa Îstenbolê dewam dikin.

Parve bike: