Papa Francis, li ser rewsa koçberan axivî: Serm e!
PeyamaKurd- Rêberê Ruhanî yê Katolîk û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Francis, di derbarê rewşa ku koçberên ku hewil didin xwe bigihînin Ewropayê û ji ber vê can didin, axivî.
Papa Francis ku di sala 2013yan de dema ku wekî Papa hat hilbijartin, ji bo balê bikişîne ser mijara koçberiya neqanûnî, yekem gera xwe ya li girava Lampedusa ya Îtalyayê ya ku cihê herî zêde koçberên Behra Spî ya Navîn e, kir.
Papa di nameya xwe de diyar kir ku di van demên dawî de li Deryaya Spî gelek trajediyên koçberan rû didin û wiha got:
"Di van rojên ku em şahediya trajediyên giran li Deryaya Spî dikin, em ji qetlîamên ku hîn jî li hember wan bêçare ne û bêdeng in, matmayî man. Mirovên bêguneh, bi taybetî zarok, divê jiyaneke aram û dûrî şer û tundiyê bimeşînin.
Mirina wan di lêgerîna jiyanê de qîrîneke pir bi êş û bêdeng e ku me bêgûman bi“hêle. Ev şerma civaka ku êdî nizane xemgîn bibe, mirov çawa rehmê li kesên din bike."