TR KU SO
FB X
Cîhan

Parlamenterê Alman Jurgen Hardt: Kurd dê di pêşeroja Îranê de xwedî rol bin

İlyas batu
Edîtor
📅 17 rêbendan 2026 12:49

PeyamaKurd – Parlamenterê Alman Jurgen Hardt ragihand ku çareseriya krîzên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi rêyên demokratîk û federal pêkan e.

Hardt diyar kir ku zextên li ser xwepêşanderên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan didin ku sîstema heyî êdî naxebite.

Wî destnîşan kir ku modela federalîzmê ji bo Îranê rêya herî rast e da ku yekparçeyiya welat biparêze.

Hardt her wiha bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û got ku divê artêşeke yekgirtî di bin kontrola demokratîk de were avakirin û Kurd jî di vê pêvajoyê de beşdar bin.

Parve bike: