Parlamentoya Ewropayê 'Holodomor' wek jenosîd pejirand û banga lêborînê li Rûsyayê kir
PeyamaKurd – Parlamentoya Ewropayê li ser bûyera bi navê Holodomor a dema Yekîtiya Sovyetê ku 4,5 milyon Ukraynî ji birçîna mirine, biryara jenosîdê derxist û ew bûyer wekî komkujî pênase kir.
Di civîna Parlamentoya Ewropayê (PE) de, li hember 507 dengên belê tenê 12 parlamenteran dengê nexêr da û 17 parlamenter jî dengê bêalîbûnê dan.
Di daxuyaniya nivîskî ya PE de hat ragihandin ku parlamentarên Ewropayê çalakiyên bûne sedema mirina bi milyonan Ukrayniyan şermezar dike û bang li hemû welatan dike bûyera Holomorê wekî jenosîd nas bikin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku êrîşên niha yên Rûsyayê tawanên berê bibîr tînin û hat gotin, niha jî Rûsya bi zanebûn binesaziya Ukraynayê ya sivîl tune dike û bang li Rûsyayê hat kirin ku ji bo bûyera dema Sovyetê ya Holodomorê ku 4,5 milyon sivîlên Ukraynî can dane jî lêborînê bixwaze.