Cîhan
Parlementoya Ewropayê: Divê Tirkiye Selahattin Demirtas berde
PeyamaKurd - Parlementoya Ewropa (PE) daxwaz ji Tirkiyê kir Hevserokê Berê yê HDPê yê girtî Selahattin Demîrtaş serbest berde.
Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Ewropayê (PE) bang li Tirkiyê kir, Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê kurd Selahattin Demirtaş, ku zêdetirî sê salan e di girtîgehê de ye, Serbest berde.
Wê komîteya Parlementoya Ewropayê herwiha daxwaza berdana karsaz Osman Kavala jî kir ku bi tohmeta piştgiriya xwepêşandanên bûyerên Parka Gezî ya Stenbolê hatiye girtin.
Dadgehê çend roj berê fermana berdana Osman Kavala da lê hîn ji girtîgehê derneketibû, li ser dosyayek din hat girtin!
Beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bang li Tirkiyê kiribû ku Demîrtaş were berdan.