TR KU SO
FB X
Cîhan

Pedersen: Divê bêyî ti pêsmercan alîkarîyê bigihîn Sûriyê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2022 03:10

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Sûriyê Geir Pedersen, ragihand ku divê bêyî ti pêşmercan alîkariyên mirovî bigihînin Sûriyê.

Geir Pedersen di pêwendiya telefonî ya ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Elî Asgar Hacî de, rewşa dawî ya Sûriyê û rewşa mirovî gotûbêj kir.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, biryara 2642 ya derbarê Komîteya Destûrî ya Sûriyê û biryara derbarê alîkariyên mirovî ya Encûmena Asayîşa Navdewletî hatin nirxandin.

Geir Pedersen, bal kişand ser vetoya Rûsyayê ya bo deriyên alîkariyên mirovî yên NY derbas dibin û got, divê bêyî ti pêşmercan alîkariyên mirovin bigihîn xelkê Sûriyê.

Parve bike: