Cîhan
Pedersen: Li Sûriyê dema avakirina hikûmeteke rasteqîn û berfireh hatiye
PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen piştî pêşnûmeya destûrê ya desthilata Şamê axivî.
Pedersen got dema avakirina hikumeteke serdema veguhêz ya rasteqîn, pêbawer û berfireh hatiye ku kesî dûr nexe."
Pedersen bi daxuyaniyekê ragihand ku ew hêvî dike "pêşnûmeya destûra Sûriyeyê ber bi vegerandina serdestiya qanûnê, pêşxistina pêvajoya derbasbûnê ya rêxistinkirî û giştî ve bibe."
Serokê desthilata demkî ya Şamê Ehmed Şerî doh pêşnûmeya destûrê ya pêvajoya derbasbûnê îmze kiribû ku rastî gelek rexneyên pêkhateyên Sûriyê hatiye.