Pentagon: Ewlehiya Bakurê Sûriyê dê were parastin
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser pirsekê ragihand, ew derbarê “mekanîzma ewlehiyê ya bi dirêjahiya sînorên li gel Tirkiyê”, li gel Tirkiyê gihîştine “jihevtêgihîştineke seretayî”, ku bi baweriya Amerîkayê, dê nîgeraniyên Tirkiyê nehêle û dê bibe sedem ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî li cihê ku mijûlî metirsî û gefên Tirkiyê bibin, berê xwe bidin parastina navçeyê ji gef û metirsiyên DAIŞê.
Pentagonê îro Sêşemê serê sibê bi dema Hewlêrê, bi nivîsekê bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê yê li Waşingtonê, Roj Elî Zale ya derbarê rêkeftina Amerîka û Tirkiyê de ya ji bo pêkanîna navçeya aram li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê da.
Pentagonê diyar kiriye, bi vê jihevtêhîştina seretayî ya li gel Tirkiyê ya derbarê mekanîzma ewlehiya ser sînorê Tirkiyê,
Di beşeke din a bersiva xwe de, Pentagonê ragihandiye, jihevtêhîştina seretayî ya li gel Tirkiyê, “rê dide Hevpeymanan û hevbeşên me jî, ku bala wan li ser armanca wan be, ku têkşikandina temam a DAIŞê ye.”
Wezareta Berevaniya Amerîkayê herwiha dibêje: “Ev jihevtêgihîştin, avakirina navendeke hevbeş a Tirkiyê û Amerîkayê jî li Tirkiyê li xwe digire. Em nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê yên rewa bi ciddî werdigrin û herwiha em pabend in bi karkirina li gel Tirkiyê, wek hevpeymanekî NATOyê û hevbeşekî Hevpeymaniya Navdewletiya Li Dijî DAIŞê.”