TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Li hemberê Îranê em ê destekê didin Îsraîlê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 12 nîsan 2024 03:15

PeyamaKurd – Li ser pirsa rojanevanê CNNTurkê ya li Pentagonê ku pirsî bê îhtîmal heye Amerîka û Îsraîl bi hev re li Îranê bixin, Pentagon got ku temamê îhtîmal hene û eger hêzên Amerîkayê tehdîd bikin, wê her tedbîrên xwe bistînin. Pentagon got ku wê li serê neaxifin bê kengê êrîş bibe û wê li hemberê Îranê Îsraîlê destek bike.

Li gor Pentagonê; du hedefên wan di herêmê de hene. Parastina hêzên xwe û mafê Îsraîlê heye ku xwe biparêze. Li gor ragihandinê; Pentagon li benda bersiva Îranê ye û ewilî dixwazin wê cûre bersivê bibînin.

Parve bike: