TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagon: Me ji mirovên Bexdadî 2 kesan bi dest girtiye

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 cotmeh 2019 04:38

PeyamaKurd- Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagon ragihand ku wan Bexdadî kuştiye lê 2 kes ji wan bi awayeka zindî ketine destê Amerîkayiyan. Her 2 girtî niha di destê Amerîkayiyan de ne.

Serokerkanê Amerîkayê general Milley, di vê mijarê de beyanekî da û got her du kesên di destê wan de zilamin û li dereka bi ewle tên parastin. Milley got ku perçên cesedê Bexdadî ji ortê hilanîne û nafikirin ku wêneyên wî belav bikin. Milley di civîna çapemeniyê de weha got:

“Wesleyên Bexdadî bo bi DNA wî re karibin tesbît bikin, cenazê wî birine tesîseka bi ewle. Yên mayî ji ortê hatin rakirin. Pêvajo temam bû û weka pêwist bû hat kirin.”

Parve bike: