TR KU SO
FB X
Cîhan

Pentagonê pistgiriya xwe ya berdewam bo HSDê ragihand

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 berfanbar 2024 20:01

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) Patrick S. Ryder ragihand, ew berdewam bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re di nava hevahengiyê de ne û dê piştgiriya wan berdewam bike.

Ryder di civîneke rojnamevanê de got ku wan bi moşekan bersiva êrîşên li dijî baregehên xwe yên li rojhilatê Sûriyê dane û diyar kir, ew Heyet Tehrîr Şamê weke hêzeke terorîst dibînin û niha wan bala xwe hemû daye ser parastina hêzên xwe ji DAIŞê.

Hêjayî gotinê ye, 14 baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê hene û berdewam rastî êrîşên komên girêdayî Îran û rejîma Sûriyê tên.

Parve bike: