Cîhan
Perlamentoya Iraqê civînekê li ser Singalê li dar dixe.
Parlamantera Kurd Viyan Dexîl diyar kir, ku di wê civînê de, ew ê hewl bidin, ku biryarek bê derxistin û têde Hikûmeta Iraqê parastina hemî axa Iraqê bike.
Viyan Dexîl got: "Piştî ku Erdogan bi hinceta PKKê Şingal bombebaran kir, sivîlên herêmê gelekî zerar dîtin
Duh serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihandibû, ku di nav 2 rojan de, li Şingalê 38 Gerîlayên PKK hatine kuştin.
Erdogan got: "Heger Iraq PKK ji Şingalê dernexe, Tirkiye wê bi xwe wan ji wir derbixe".
Herwiha duh nîvê şevê balafirên Tirkiyê yên şer li Kurdistanê, herêma Baleyan ya li ser navçeya Balekayetî ve, bi hinceta ku PKK li wir e, bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de dido sivîl dido jî pêşmerge, tevde 4 kes hatin kuştin.